Klavyêya Bi Kurdî

Klavye Kurdî


Klavye (keyboard) û fontên kurdî

STOCKHOLM, 4/6 2005 — Me li vê derê hinek font û klavyeyên kurdî-latînî û kurdî-erebî danîne û tu dikarî bi van fontan hem kurdî-latînî û hem kurdî-erebî binivîsînî. Bi van klavyeyan tu dikarî kurdî-latînî binivîsînî bêyî ko tu fontên Nefelê jî bi kar bînî. Ji ber di sîstema kompûterê bi xwe de bo nimûne Times New Roman heye û di wî fontî de hemî herfên kurdî-latînî hene û tu dikarî bi arîkariya van klavyeyan bi Times New Roman jî kurdî-latînî binivîsînî.




Têbînî: Ev klavye digel Windows Vista jî kar dikin.


KLAVYE:


kurdî-latînî

1. Kurdî-latînî (li ser ya English USA)

2. Kurdî-latînî (li ser ya swêdî)

3. Kurdî-latînî (li ser ya tirkî)


kurdî-erebî

1. Kurdî-erebî (li ser ya English USA)

2. Kurdî-erebî (li ser ya swêdî)


Bi mişkê milê rastê li ser klavyeya ko ji te re pêwist e bitikîne û alternatîva "Save file as" bibijêre û faylê di kompûtera xwe de biparêze. Piştî parastinê faylê unzip bike û paşê du caran li ser îkona "setup" bitikîne û wê di kompûtera xwe de bi cih bike yanî install bike.


Aktîvkirina klavyeyan

Piştî ko te klavyeya kurdî di kompûtera xwe de bi cih kir yanî install kir ew dibe beşek ji sîtema kompûtera te lê belê tu wê nabînî. Ji bo aktîvkirina wê wiha bike:




» Bi mişkê milê rastê li ser îkona klavyeyê bitikîne û paşê alternatîva "Settings" bibijêre.




1) Li ser bişkojika Add bitikîne.

2) Ji lîsteya jorî klavyeya emerîkî (English USA) bibijêre.

3) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-latînî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne û dawiyê jî li ser APPLY bitikîne.


Û yan jî bi rêya Control Panelê wiha bike:


a) Kataloga Control Panel veke.

b) Du caran li ser îkona National Settings bitikîne.

c) Li ser berîka Languages bitikîne.

d) Li ser bişkojika Information bitikîne.

e) Li ser bişkojika Add bitikîne.

f) Ji lîsteya jorî (ne ya jêrî) klavyeyeka latînî, bo nimûne ya emerîkî (English USA) bibijêre.

g) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-latînî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne û dawiyê jî li ser APPLY bitikîne.


KURDÎ-LATÎNÎ




KURDÎ-EREBÎ




Xweseriyên klavye û fontên Nefelê


1. Bi fontên Nefelê tu dikarî kurdî-latînî, kurdî-erebî, farisî, erebiya normal, tirkî û zimanên ewropî binivîsînî. Herfên erebî hemî saxlem in û nehatine xera kirin.


2. Fontên Nefelê li gor standardên Unicode û Microsoftê hatine amade kirin û herfên kurdî jî li cihên xwe yên rast in.


3. Fontên Nefelê bi metoda Opentype hatine amade kirin û digel Win XP, Win 2000, Win 98 & ME kar dikin.


4. Bi font û klavyeyên Nefelê tu dikarî bi herdu alfabeyên kurdî binivîsînî bêyî ko li cihên bişkojikan bifikirî. Herfên kurdî-latînî li ser kîjan bişkojikan bin yên kurdî-erebî jî li ser wan in.


FONT

1. A_Nefel_Adetî

2. A_Nefel_Adetî_Qelew

3. A_Nefel_Botan

4. A_Nefel_Sereke

5. A_Nefel_Sereke_Qelew


Ev herpênc font wekî programekê hatine amade kirin da tu bi rehetî bikarî wan di kompûtera xwe de bi cih bikî. Programê di kompûtera xwe de biparêze û paşê du caran li ser wê bitikîne. Ew dê fontan di kompûtera te de bi cih bike. »Dakişîne


Têbînî: Ji bo nivîsandina kurdî-latînî pêwistiya te bi fontên Nefelê nîne û bi fontên sîstema Windowsê yanî bi Times New Roman, Arial, Tahoma, Verdana û fontên dî jî tu dikarî kurdî-latînî binivîsînî.


-------------------------


AKTÎVKIRINA SÎSTEMA WINDOWSÊ BO EREBÎNIVÎSANDINÊ (Win XP & 2000)


I. Bicihkirin

Ji bo ko tu bikarî bi Win XP û Win 2000-ê kurdî-erebî binivîsînî, divêt tu fonksiyona erebî li sîstema xwe zêde bikî. Li vê derê em dê behsa Win XP û Office XP bikin.


II. Sîstema pêwist

Microsoft Windows XP yan Windows 2000

Microsoft Office 2000 yan Microsoft Office XP


III. Eyarkirina sîstemê

Divêt tu hem Windows û hem Word li gor zimanê erebî eyar bikî.


1. Eyarkirina Win XP

a) CD-ya Win XP bêxe malxezîneya cd-romê.

b) Kataloga Control Panel veke.

c) Du caran li ser National Settings bitikîne.

d) Li ser berîka Languages bitikîne.

e) Çarçika li pêşiya "Faylan ji bo zimanên nivîsandina wan têrgirift û zimanên ko ji milê rastê ber bi çepê ve tên nivîsandin bi cih bike." nîşan bike

f) Li ser Apply û paşê jî li ser OK bitikîne.


2. Eyarkirina Microsoft Office XP

a) Ji Start > Program > Microsoft Office Tools > Language settings for Microsoft Office XP bibijêre.

b) Ji lîsteya milê çepê Arabic li milê rastê zêde bike û aktîv bike. Ew dê ji te bixwaze ko tu cd-roma Micosoft Office bêxî malxezîneya cd-romê. CD-romê bêxe malxezîneyê û wê fonksiyonê li Microft Office zêde bike.


IV. Bicihkirina klavyeyê

Herçend te sîstema Windows XP û Office XP li gor erebî eyar kiribe jî hê jî tu nikarî erebî binivîsînî. Pêwistiya te bi klavyeyeka erebî heye.


a) Kataloga Control Panel veke.

b) Du caran li ser îkona National Settings bitikîne.

c) Li ser berîka Languages bitikîne.

d) Li ser bişkojika Information bitikîne.

e) Li ser bişkojika Add bitikîne.

f) Ji lîsteya jorî (ne ya jêrî) kalvyeyeka erebî, bo nimûne ya Arabic (Saudiarabien) bibijêre.

g) Ji lîsteya jêrî layouta klavyeya Nefelê ya kurdî-erebî bibijêre û paşê li ser OK bitikîne.


-----------------------------


Klavye û fontên kurdî (Mac)


» Klavyeya kurdî-latînî bo Macintoshê


Heger tu bixwazî klavye û fontên kurdî yên ji bo Macintoshê di kompûtera xwe de bi cih bikî, hingê li ser lînka li jorê bitikîne û fayla klavye.sit.hqx di kompûtera xwe de biparêze.


Paşê jî wê bi Stuffit Expanderê veke. Piştî ko te ew vekir dê faylek bi navê »klavye«, ko îkona wê hişîn e, peyda bibe. Du caran li pey hev pê li fayla »klavye« bike û ew dê klavye û fontan di kompûtera te de bi cih bike.


Programa klavyeyê dê sê klavyeyên kurdî û fontekê di kompûtera te de bi cih bike. Te kîj klavye xwest wê bi kar bîne.


1. Kurdî-Q-sw

2. Kurdî-Q-tr

3. Kurdî-F-tr





-----------------------------------


Nivîskar: NEFEL

Weşandin: 2005-06-04

Xwendin: 138018



No comments: